Li Amedê derbarê bûyera kuştina 9 welatiyan de 5 kes hatin desteserkirin

Derbarê bûyera kuştina 9 welatiyan li navçeya Bismîl a Amedê de 5 kes hatin desteserkirin, ji bo ku 13 tometbarên din jî bêne girtin lêkolîn berdewam dikin.

16 Hezîran 2023 - 07:34
16 Hezîran 2023 - 07:34
 0
Li Amedê derbarê bûyera kuştina 9 welatiyan de 5 kes hatin desteserkirin

Li ser bûyera li gundê Şidadê yê ser bi Bismilê de Serdozgeriya Komarî ya Amedê 3 dozger peywirdarkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de bi berfirehî berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de 5 tometbar hatin desteserkirin û ji bo ku 13 tometbarên din jî bêne desteserkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve xebat tên kirin.

Her dîsa li ser çekên ku di bûyerê de hatibûn bikaranîn jî lêkolîn tê kirin û piştî lêkolînan dê bê zanîn ku kîjan çek ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn.

Ji aliyê din ve termên her 9 kesên ku hatibûn kuştin li Goristana Yenîkoy ya Amed û goristana Bismilê bi axê hatin spartin. Dermankirina 2 birîndaran jî li nexweşxaneyê didome.

Di 15ê Hezîrana 2023an de di navbera malbatên ku paşnavên wan Ateş û Alyamaç bûn de li ser zeviyan şer derket û di encama şerê çekdarî de ji malbata Alyamaç pênc kes û ji malbata Ateş jî çar kesan canê xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê agir girtî bû zeviyan. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Ev nûçe bi tevahî 700 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:44:58