Li Amedê êrişa çekdarî

Li navçeya Peyasê ya Amedê di navbera du koman de pevçûna çekdarî derket û di encamê de kesek birîndar bû.

27 Adar 2024 - 09:07
27 Adar 2024 - 09:07
 0
Li Amedê êrişa çekdarî

Li Peyasê ji ber sedemeke hîn nayê zanîn di navbera du koman de  nîqaş derket û piştî demekî nîqaş mezin bû û veguherî pevçûnê.

Di pevçûnê de kesekî bi navê A.G.N (22) birîndar bû.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar piştî midaxeleya ewil bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê.

Polîsan 2 kesên tevî şer bûne desteser kirin û ji bo girtina gumanbarên reviyan jî xebat dan destpêki

 

Ev nûçe bi tevahî 2549 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:54:02