Rapirsî:Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê kîjan berbijêr li pêş e?

Li gorî rapirsiya Lêkolîna AREAyê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê berbijêrên CHPyê li pêş in.

27 Adar 2024 - 09:04
27 Adar 2024 - 09:04
 0
Rapirsî:Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê kîjan berbijêr li pêş e?

Lêkolîna AREAyê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi 9 hezar û 133 kesan re rapirsiyeke rûbirû çêkir.

Di rapirsiyê de ji beşdaran “Di hilbijartina şaredariya bajarê mezin de tercîha we ya dengdanê dê çi be?” hat pirsîn.

Li gorî rapirsiyê li Stenbol û Îzmîrê ferqa di navbera berbijêrên CHP û AK Partiyê de kêm e lê li Enqereyê berbijêrê CHPyê Mansûr Yavaş bi ferqeke mezin li pêş e.

Stenbol

Li Stenbolê di navbera 23-26ê Adarê de bi 3 hezar û 38 kesan re rapirsî hat kirin û encam wiha ye:

CHP - Ekrem Îmamoglu: ji sedî 42,8

AK Partî - Murat Kurum: ji sedî 40,0

DEM Partî - Meral Daniş Beştaş: ji sedî 4,0

Enqere

Li Enereyê di navbera 23-26ê Adarê de bi 3 hezar û 9 kesan re rapirsî hat kirin û rewş wiha ye:

CHP – Mansûr Yavaş: ji sedî 60,1

AK Partî – Turgut Altinok: ji sedî 30,5

DEM Partî – Gultan Kişanak: ji sedî 1,1

Îzmîr

Li Îzmîrê di navbera 23-26ê Adarê de bi 3 hezar û 66 kesan re rapirsî hat kirin û encam wiha ye:

CHP – Cemîl Tugay: ji sedî 42,4

AK Partî – Hamza Dag: ji sedî 38,7

DEM Partî – Akin Birdal: ji sedî 6,5

 

Ev nûçe bi tevahî 978 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:45:56