Li Amedê êrişa çekdarî: 2 kes birîndar bûn

Li navçeya Rezan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, doh di êrişeke bi çekan de 2 kes birîndar bûn.

23 Îlon 2023 - 04:28
23 Îlon 2023 - 04:28
 0
Li Amedê êrişa çekdarî: 2 kes birîndar bûn

Li Kolana Emek a li Taxa Mewlana Xalid a navçeya Rezanê, doh hinek kesên nenas bi motorsîkletê çûn pêş kargehekê û gule lê reşandin.

Di êrîşê de kesên bi navê O.K. û S.G. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs tîmên tenduristiyê û çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Amedê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Herwiha hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi kar û xebatan kir.

Ev nûçe bi tevahî 1065 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:36:30