Li Amedê esnaf pev çûn: 3 birîndar
Li Amedê di pevçûneke çekdarî de 3 kes birîndar bûn.
11 Gulan 2024 - 08:13
11 Gulan 2024 - 08:13
0
Bûyer doh li taxa Fatîhê ya navçeya Rezanê çêbû.
Li gorî zanyariyan di navbera du grûp esnafên cîran de ji ber kevokan nîqaş derket.
Piştî nîqaşê her du grûpan bi çekan êrişî hev kir.
Di êrişê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin.
Ev nûçe bi tevahî 990 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:46:07
Nûvekirina herî dawî: 19:46:07