Li Amedê jin pev çûn: Jinek bi çekê hat birîndarkirin

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera 2 jinan de xwîn rijiya û jinek bi çekê hat birîndarkirin.

21 Îlon 2023 - 04:54
21 Îlon 2023 - 04:54
 0
Li Amedê jin pev çûn: Jinek bi çekê hat birîndarkirin

Bûyerê şevê din li Taxa Adnan Menderesê ya navçeya Erxeniya rû da.

Li gorî zanyariyan, di navbera jina bi navê G.K. ku li dikana xwe xwarinên malan çêdike û jineke ku navê wê nehatiye zanîn de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê her du jin pev çûn.

Jina ku navê wê ne diyar e bi çekê gule li G.Kyê barandin û ew birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê jina birîndar rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.

Hat zanîn ku rewşa wê ya tenduristiyê baş e.

Ev nûçe bi tevahî 709 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:16:25