Li Amedê kesekî bi çekê êrişî çend kargehan kir

Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, şeva borî ji ber sedemeke ne diyar kesekî teqe li çend kargehan kir.

11 Cotmeh 2023 - 03:15
11 Cotmeh 2023 - 03:15
 0
Li Amedê kesekî bi çekê êrişî çend kargehan kir

Li Kolana Mehabadê ya navçeya Peyasê, kesekî ku nehat zanîn kî ye, bi çekê êrişî ser çend kargehan kir.

Di êrîşê de camên kargehan şikestin.

Di dema êrişê de mişteriyên li kargehan rûniştibûn tirsiyan û xwe di bin maseyan de veşartin.

Dîmenên dema êrişê ji aliyê kamerayên ewlehiyê yên kargehan ve hatine tomarkirin.

Hat zanîn ku êrîşkar piştî bûyerê xwe radestî polîsan kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 700 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:27:47