Li Amedê otomobîlek wergeriya: 4 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamî de ji malbatekê 4 kes birîndar bûn.

29 Hezîran 2023 - 14:11
29 Hezîran 2023 - 14:11
 0
Li Amedê otomobîlek wergeriya: 4 kes birîndar bûn

Di duyemîn roja Cejna Qurbanê de bûyerên trafîkê berdewam in. Li ser rêya parêzgehên Amed û Rihayê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendermeyan çûne cihê bûyerê û 2 kesên ku di nav otomobîlê de asê mabûn hatine derxistin.

Li gor zanyariyan di encama qezayê de dayik, bav û 2 zarokê wan birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyên cuda yên parêzgeha Amedê hatine veguhestin.

Derbarê rewşa kesên birîndar de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 742 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:48:20