Li Amedê pevçûn: 1 jê polîs 9 kes birîndar bûn

Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna du koman de yek jê polîs 8 kes birîndar bûn.

9 Avrêl 2025 - 10:07
9 Avrêl 2025 - 10:07
 0
Li Amedê pevçûn: 1 jê polîs 9 kes birîndar bûn

Bûyer demjimêrên êvarê li taxa Huzurevleriyê ya navçeya Peyasê ya Amedê çêbû.

Li gorî zanyariyan di navbera du koman de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê her du koman bi çekan êrişî hev kir.

Li gorî Parêzgariya Amedê di encama pevçûnê de yek jê polîs 8 kes  birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyan polîsekî sivîl jî ku hewl dida pevçûna her du koman rawestîne bû armanca guleyan û birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê polîs û 8 kesên din ên birin nexweşxaneyên bajêr.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 233 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:47:31