Li Amerîkayê çekeke nû hat ceribandin

Li Amerîkayê çekeke nû ya leza wê 5 qat ji leza deng bihêztir e hat ceribandin.

17 Gulan 2022 - 03:49
17 Gulan 2022 - 03:49
 0
Li Amerîkayê çekeke nû hat ceribandin

Hêzên Esmanî yên Amerîkayê, roja 14ê Gulanê li qeraxên Californiaya Başûr, balafira Stratofortress a ji cûreya B-52H, çekeke AGM-183A ya Çeka Destwerdanan Bilez a Esmanî (ARRW) ceriband.

Li gor hat eşkerekirin, piştî ku çek ji balafirê vediqete, leza wê 5 qat ji leza deng zêdetir dibe û taybetmendiya hîpersonîk nîşan dide, herwiha hat eşkerekirin ku ev ceribandin serkeftineke mezin e.

Ev çek ji aliyê Lockheed Martin ve hatiye dîzaynkirin û ji bo lêdana armancên hestiyar hatiye dirustkirin.

Ev nûçe bi tevahî 830 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:52:20