Li Amerîkayê hikûmet vebû

Li Amerîkayê girtina herî dirêj a hikûmetê qediya.

13 Mijdar 2025 - 11:05
13 Mijdar 2025 - 11:05
 0
Li Amerîkayê hikûmet vebû

Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşnûmeya budceya demkî ya ji bo jinûvevekirina hikûmeta federal ku li Kongreyê hatibû qebûlkirin, îmze kir û bi vê yekê re girtina herî dirêj a di dîroka welêt de bi dawî bû.

Serokê Amerîkayê Trump di merasîmeke li Koşka Spî de, pêşnûmeya budceyê ya ku heta dawiya meha kanûna paşîn fînansmanê ji hikûmeta federal re peyda dike, îmze kir.

Bi vî awayî, girtina herî dirêj a di dîroka welêt de di roja xwe ya 43yan de bi dawî bû.

“Rojeke mezin e”

Trump di daxuyaniya xwe de Demokrat ji girtina hikûmetê ya herî dirêj a di dîroka Amerîkayê de berpirsiyar dîtin û got:

"Îro ji bo welatê me rojeke mezin e, em êdî dikarin ji nû ve dest bi kar bikin."

Trump amaje bi wê yekê kir ku budceya demkî tevahiya sala darayî fînanse nake û ji ber vê yekê Demokrat dikarin piştî çend mehan careke din bibin sedema girtina hikûmetê.

Trump her wiha diyar kir ku sîstema "Obamacare" ya ku di dema Serokê berê Barack Obama de hatibû derxistin û ji bo hemû kesên kêmderamet derfeta sîgorteya tenduristiyê peyda dike, tenê ji bo kompanyayên sîgorteyê sûdmend e û ne di berjewendiya welatiyan de ye.

Trump pêşniyar kir ku bi milyaran dolarên ku di vê sîstemê de ji bo kompanyayên sîgorteyê tên veguhestin, rasterastî welatiyan re bên dayîn.

Gava berepaş a Demokratan rê li ber vebûna hikûmetê vekir

Li Amerîkayê ji ber ku Kongreyê berî destpêkirina sala nû ya darayî pêşnûmeya budceya demkî ya ji bo fînansekirina hikûmeta federal erê nekiribû, hikûmet 1ê Çiriya Pêşîn hatibû girtin.

Saziyên federal ên ku desthilata xwe ya xerckirinê winda kiribû, çalakiyên xwe rawestandibûn û nakokiyên di navbera aliyan de bûbûn sedema girtina herî dirêj a di dîroka welêt de.

Senatorên Demokrat û Komarparêz, roja yekşemê ku roja 40î ya girtinê bû, li ser budceya demkî ya ji bo vekirina hikûmetê li hev kiribû.

Gava berepaş a senatorên Demokratan a ji şertê garantîkirina dirêjkirina alîkariyên xizmetên tenduristiyê, rê li ber pêvajoya vekirina hikûmetê vekiribû.

Di roja 41emîn a girtinê de di dengdana Senatoyê de, pêşnûme li hemberî 40 dengên “na” bi 60 dengên “erê” hatibû qebûlkirin.

Senatorekî Komarparêz li dijî pêşnûmeyê derketibû û 8 senatorên Demokrat an serbixwe jî dengê 'erê' dabû.

Pêşnûmeya budceyê ya ku heta 30ê kanûna paşîn ji bo piraniya saziyên federal û ji bo hinek saziyên federal jî ji bo tevahiya sala darayî fînansmanê peyda dike, di dengdana Meclisa Nûneran de li hemberî 209 dengên “na” bi 222 dengên “erê” hatibû pejirandin.

 

 

Ev nûçe bi tevahî 8 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:13:39