Li Amerîkayê Tom Perez bû serokê nû yê Partiya Demokrat

Li Amerîkayê Wezîrê Xebatê yê serdema Barak Obama Tom Perezê Latîn Amerîkayî bû serokê nû yê Partiya Demokrat.

26 Sibat 2017 - 03:39
26 Sibat 2017 - 03:39
 0
Li Amerîkayê Tom Perez bû serokê nû yê Partiya Demokrat

Tom Perez bû serokê nû yê Partiya Demokrat. Perez di serdema Barak Obama de Wezîrtiya Xebatê kir û beriya kongreyê di nava namzedan de namzedê herî bihêz bû.

​Yek ji wezîfeya Tom Perez jî ev e ku Partiya Demokrat a bi serokatiya Hillary Clinton ku di hilbijartinê de têk çûbû berhev bike.

Partiya Demokrat bi serokatiya Hillary Clinton di hilbijartina Amerîkayê de li hemberî namzedê Partiya Komarparêz Donald Trump de têk çûbû.

Ev nûçe bi tevahî 1895 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:28:24