Li Amûdê teqîn: 2 mirî, 3 jî birîndar hene

Li Amûdê ya ser bi Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ve, agir bi mala welatiyekî ket û di encamê de depoyeke sotemeniyê teqiya ku bû sedema candana 2 kesan û 3 kes jî birîndar bûn.

20 Tîrmeh 2023 - 02:32
20 Tîrmeh 2023 - 02:32
 0
Li Amûdê teqîn: 2 mirî, 3 jî birîndar hene

Li Amûdê ya Qamişlo agir bi mala welatiyekî bi navê Abid Şemşolî ket û li gorî agahiyên destpêkê ji ber şewatê, ji malbata Şemşolî 2 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku heta niha sedema pêketina agir ehatiye zanîn.

Piştî agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristaniya Amûdê li cihê bûyerê amade bûn û ji bo kontrolkirina agir dest bi xebatan kirin.

Tîmên tenduristiyê yên ku piştî agahdarkirinê çûne cihê bûyerê jî birîndar birine nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriya pizîşkan de ne.

Ev nûçe bi tevahî 908 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:53:01