Li Antalyayê êrîşî otobusa Êlihê kirin

Li navçeya Alanya ya ser bi parêzgeha Antalya ya Tirkiyê ve doh şev otobûseke veguhestina rêwiyan a Kompanya “Ozlem Batman” ket ber êrîşekê û di encam de şofêr, alîkarê wî û rêwiyek bi giştî 3 kes birîndar bûn.

23 Avrêl 2023 - 06:11
23 Avrêl 2023 - 06:11
 0
Li Antalyayê êrîşî otobusa Êlihê kirin

Li gor dîmenên li ser medya civakî hatine belavkirin şeva borî 22ê Nîsana 2023an li navçeya Alanya ser bi parêzgeha Antalyayê ve otobûseke rêwiyan ji aliyê grupekê ve hatiye rawestandin û şofêr îdîa dike ku êrîşeke organîzekirî bûye.

Li gor îdîayên şofêrê otobûsê li rawestegehekê nîqaşek derketiye û piştî wê dema di rê de bûne ji aliyê 2 otomobîl û 4 motosîkletan ve hatine rawestandin û wê grupê êrîşî wan kiriye û êrîş êrîşeke nîjadperestî bûye. Herwiha di êrîşî de 3 kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Li gor gotinên şofêrê otobûsê polîs hatine cihê bûyerê lê ti midexaleyek nehatiye kirin û derbarê wan kesan de ti karekî yasayî nehatiye kirin.

Ev nûçe bi tevahî 628 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:52:48