Li bajarekî Tirkiyê pevçûn...

Li navçeya Yaglidere ya bajarê Gîresûn a Tirkiyê, di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên artêşa Tirkiyê de şer derket û artêşa Tirkiyê hêzên taybet veguhestine herêmê.

24 Mijdar 2017 - 07:44
24 Mijdar 2017 - 07:44
 0
Li bajarekî Tirkiyê pevçûn...

Li gorî nûçeya ajansê medya Tirk, piştî ku endamê PKK'ê yê bi navê Mustafa Tolucan ê bisnanav Aram ji aliyê leşkeran ve li navçeya Derelî ya bajarê Gîresûnê hate girtin, li vê herêmê operasyona li hember gerîlayên PKK'ê hate berfirahkirin.

Hate gotin, ku li navçeya Yaglidere di navbera leşkeran û komeke gerîlayên PKK'ê de pevçûn derketiye.

Li gorî agahiyan artêşa Tirkiyê hejmareke zêde ya jenderme û yekîneyên taybet şandine deverê.

Ev nûçe bi tevahî 1756 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:47:45