Li Bedlîsê erdhej çê bû

Li navçeya Xelatê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê erdhej çê bû.

10 Mijdar 2022 - 04:39
10 Mijdar 2022 - 04:39
 0
Li Bedlîsê erdhej çê bû

Li gor Resetxaneya Kandilliyê, hêza erdhejê 4.0 pileya Rîxterê ye û erdhej li navçeyên derdorê jî hest pê hatiye kirin.

Resedxaneya Kandilliyê ser bi Zanîngeha Bogazici ya Stenbolê ragihandiye ku îro Pêncşemê 10ê Mijdara 2022ê demjimêr 06:08 deqe erdhej li navçeya Xelatê ya Bedlîsê di kûrahiya 5 kîlometre bin erdê de çê bûye.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) jî derbarê erdhejê de zanyariyên cuda belav kirine.

AFADê diyar kiriye ku erdhej li navçeya Xelatê ya Bedlîsê çê bûye, hêza wê 3.9 pileyên Rîxter e û di kûrahiya 11 kîlometre de çê bûye.

Heta niha derbarê zerarên erdhejê de ti agahî ji aliyê saziyên fermî û rayedarên hikûmetê ve nehatine dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 371 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:41:34