Li Bedlîsê qedexe hat ragihandin
Li hin gund û mezrikên navçeya Hîzanê ya Bedlîsê ji bo 3 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li navçeya Xîzanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê li hejmarek gund û gundikan qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin.
Qedexeyên Tirkiyê yên bi hincetên cuda li parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam in.
Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku li 3 gund û gundikên ser bi navçeya Xizanê îro 14ê Tîrmeha 2022ê ji demjimêr heta 16 Tîrmehê saet 20.00 derketina derve qedexe kirine.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê li gundê Xalapûr, Kekolan, Akunisê û li mezrayên wan bi hinceta ewlekariya can û malê xelkê qedexe hatiye ragihandin.
Nûvekirina herî dawî: 04:16:40