Li Bedlîsê Qeza: Kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 3 wesayît li hev qelibîn û di qezayê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

30 Îlon 2023 - 12:43
30 Îlon 2023 - 12:43
 0
Li Bedlîsê Qeza: Kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn

Li ser rêya Bedlîs-Tetwanê otmobîla bi plaqeya 01 CEM 09 ji paş ve li kamyona bi plaqeya 33 L 0587 qelibî.

Heman otomobîl pey re jî bi otomobîla bi plaqeya 13 AV 713 ku ji hember dihat qelibî.

Di qezayê de A.N.H. mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Ekîban birîndar ji wesaîtan derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîs û Tetwanê.

Ev nûçe bi tevahî 1394 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:16:00