Li Bedlîsê qeza: Şaredarê AK Partiyê canê xwe ji dest da
– Şaredarê bajarokê Gazoxê yê navçeya Elcewaza Bedlîsê, di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest da

Otomobîla ku Şaredarê Gazoxê yê AK Partiyê Tacettîn Karamercan tê de bû û otomobîleke din li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê li hev qelibîn.
Di qezaya trafîkê de 7 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.
Tacettîn Karamercan li Nexweşxameya Onkolojiyê ya Elcewazê tevî hewlên bijîşkan canê xwe ji dest da.
Nûvekirina herî dawî: 21:45:30