Li Bedlîsê şerê 2 malbatan: 3 kes hatin kuştin

Li navçeya Mutkî ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 2 malbatan li ser dirûna giya bi çekan şerê hevdû kirin û di encam de 3 kesên ji heman malbatê hatin kuştin

11 Hezîran 2022 - 03:18
11 Hezîran 2022 - 03:18
 0
Li Bedlîsê şerê 2 malbatan: 3 kes hatin kuştin

Li navçeya Mutkî ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 2 malbatan li ser dirûna giya bi çekan şerê hevdû kirin û di encam de 3 kesên ji heman malbatê hatin kuştin

Li gor zanyariyan gundê Kulluce yê girêdayî navçeya Mutkî di navbera malbatên Karataş û Umaç de li ser dirûna giya nîqaş derket.

Piştî demekê ji nîqaşê herdû aliyan bi çekan şerê hevdû kir.

Li gor zanyariyan di encama şer de Meran Karataş û Naîf Karataş li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin Ozmen Karataş jî ku bi giranî birîndar bibû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê tevî hewildanên pizîşkî canê xwe ji dest da.

Li aliyê din hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1128 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:52:53