Li Brîtanyayê cenazeyê ciwanekî Kurd hat dîtin

i bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê cenazeyê Herdî Mihemed ê ji Herêma Kurdistanê hat dîtin.

21 Tebax 2023 - 04:16
21 Tebax 2023 - 04:16
 0
Li Brîtanyayê cenazeyê ciwanekî Kurd hat dîtin

Kurxalê Herdî Mihemed, Şiwan Kemal roja yekşemê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku bûyer roja 17ê vê mehê rû daye lê cenazeyê wî îro şandine bijîşkiya dadweriyê.

Şiwan Kemal li ser bûyerê jî diyar kir ku polîs dest bi lêkolînê kiriye lê qirika wî bi jîletê hatiye birîn.

Herdî Mihemed bi jineke Pakistanî re zewicî bûye û bi gotina Şiwan Kemal, her tim pirsgirêkên wan hebûne.

Herdî Mihemed şeş sal in li Brîtanyayê dijiya û sala 1990î ji dayik bûye.

Bavê Herdî, Mihemed Ebdullah ji Rûdawê re got ku roja îniyê xebera mirina kurê wî gihîştiye wan.

Xizmên Herdî li Silêmaniyê dijîn û li wir şîn danîne.

Ev nûçe bi tevahî 669 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:14:51