Li Çewligê bi hêza 4.5 erdhej

Li navenda parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.5 rûda.

7 Avrêl 2023 - 05:54
7 Avrêl 2023 - 05:54
 0
Li Çewligê bi hêza 4.5 erdhej

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navenda parêzgeha Çewligê, bi hêza 4.5 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 11:29 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

Ev nûçe bi tevahî 642 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:37