Li Çewligê bûyera trafîkê: 1 mirî û 2 birîndar

Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

14 Tîrmeh 2023 - 03:37
14 Tîrmeh 2023 - 03:37
 0
Li Çewligê bûyera trafîkê: 1 mirî û 2 birîndar

Li gor zanyariyan roja Pêncşemê 13ê Temûza 2023an li parêzgeha Çewligê otomobîla ku welatiyê bi nave Niyazî Kîşî diajot li ser rêya sereke ya Çewlig-Xarpêtê ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê tevî 2 kesên din birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê lê şofêrê otomoblê Niyazî Kîşî tevî hewldanên pizîşkî canê xwe ji dest

Ev nûçe bi tevahî 796 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:51:57