Li Cindirêsê bi sedema dadana agirê Newrozê 4 Kurd hatin kuştin

Li navçeya Cindirêsa ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpa çekdar a Ehrar Elşerqiye bi sedema dadana agirê Newrozê 4 welatiyên Kurd hatine kuştin 2 kes jî birîndar bûne.

21 Adar 2023 - 04:01
21 Adar 2023 - 04:01
 0
Li Cindirêsê bi sedema dadana agirê Newrozê 4 Kurd hatin kuştin

Zanyariyên taybet ji Cindirêsê ku gihiştin Tora Medyayî ya Rûdawê diyar dikin ku, bi sedema dadana agirê Newrozê, êvara Duşemê 20ê Adara 2023yan, çar welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Herêma Efrînê hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyeke taybet bi Rûdawê, çekdarên grûpa bi navê Ehrar Elşerqiye, ew 4 kes kuştine û 2 Kurdên din jî birîndar kirine.

Navê kesên ku hatine kuştin erv in: Ferhan Osman Ismaîl Osman, Mihemed Îsmail, Mihemed Osman.

Ev nûçe bi tevahî 699 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:33:33