Li Colemêrgê 11 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya PKKê” 11 kes hatin desteserkirin û bi hinceta "Cemaeta Gulen" jî kesek hat desteserkirin.

20 Îlon 2023 - 07:59
20 Îlon 2023 - 07:59
 0
Li Colemêrgê 11 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Rêveberiya Ewlehiyê ya Colemêrgê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku “oparasyonên wan ên li dijî PKK û Cemaeta Gulen berdewam in.”

Duh di operasyonê de bi hinceta “alîkarî û endamtiya PKKyê” 11 kes, bi hînceta “endamtiya Cemaeta Gulen” jî kesek hat desteserkirin.

Kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlekariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, karûbarên destpêkê yên derbarê kesên desteserkirî de li Navenda Ewelehiyê ya Colemêrgê berdewam in.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” û sedemên cuda xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Ev nûçe bi tevahî 737 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:59:14