Encûmena Wezîran pirsa bûdce û mûçeyan gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û pirsa bûdce û mûçeyan gotûbêj dike.

20 Îlon 2023 - 05:21
20 Îlon 2023 - 05:21
 0
Encûmena Wezîran pirsa bûdce û mûçeyan gotûbêj dike

Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, îro Çarşemîê 20.09.2023an, Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive û tê de çend pirs tên gotûbêjkirin.

Di mijara yekem a civînê de, kurteyek li ser serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê di 14.09.2023an de, li ser pirsa mûçe û bûdce û biryara Encûmena Iraqê, tê pêşkêşkirin.

Di mijareke din de, Wezareta Tendirustiyê mijara nexweşiya zikçûnê û kolerayê, pêşniyar û rêkarên ji bo dermankirin, pêşîgirtin û girtina tedbîrên pêwîst ji aliyê saziyên tenduristiyê û wezaretên pêwendîdar ve pêşkêş dike.

Ev nûçe bi tevahî 888 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:48:52