Li Colemêrgê Gerîlayên PKKê li helîkopterê xistin

Artêşa Tirkiyê ragihand, ku şevê din li navçeya Çelê ya Colemêrgê, gerîlayên PKKê bi roketan êrîşî helîkoptereke leşkerî ya curê Skorsky kirine û ji ber ku helîkopterê derb xwariye, neçar maye ku dakeve.

9 Hezîran 2017 - 06:57
9 Hezîran 2017 - 06:57
 0
Li Colemêrgê Gerîlayên  PKKê li helîkopterê xistin

Li gorî daxuyaniya Artêşa Tirkiyê, demjimêr 21.00ê şeva Pênşemê (08-06-2017), li navçeya Çelê, helîkoptereke cure Skorsky xwestiye dakeve lê gerîlayên PKKê bi roketan êrîşê helîkopterê kirine.

Walîtiya Colemêrgê jî ragihand ku roketeke gerîlayên PKKê li helîkoptereke leşkerî ya artêşa Tirkiyê ketiye û helîkopter neçar maye ku dakeve, lê ti ziyanek negihîştiye serbazên nav helîkopterê.

Artêşa Tirkiyê piştî vê êrîşê li herêmê dest bi operasyonê kir.

Di derbarê vê êrîşa gerîlayên PKKê de ku li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê çêbûye, hîna ti daxûyanî ji aliyê PKKê ve nehatine dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 2348 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:44:21