Li derveyî PYD hevditin pêk tên

Li Şam û Himêmîm danûstandin di derbarê çarnivîsa navçeyên Kurdî de li Sûriyê û doza Kurd têne kirin.

10 Çile 2017 - 15:53
10 Çile 2017 - 15:53
 0
Li derveyî PYD hevditin pêk tên

îro Kurd bi hikûmeta Sûriye re dicivin ?

Li Şam û Himêmîm danûstandin di derbarê çarnivîsa navçeyên Kurdî de li Sûriyê û doza Kurd têne kirin.

Çavkaniyên taybet yên Rûdawê li Şamê tekez dikin, ku berpirsên hikumeta Sûriyê ligel hinek kesayetiyên Kurd dest bi danûstandinan kirine û ew razî ne ku Kurd mafê otonomî di qonaxa veguhestinê de wergirin û Rûsya jî piştgîriyê dide wê yekê.

Hin kesayetiyên Kurd pirojeyek amade kirine û li gor wê pirojeyê, navçeyên Kurdî wê di 3 qonaxan de derbas bibin,

qonaxa yekem Kurd mafê otonomî di qonaxa veguhêz de wergirin, piştî 4 salan referandum were kirin û têde Kurd bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin.

Sibe wê 2 kesayetiyên Kurd, Dr. Ferîd Sedûn û kesekî din di derbarê vê projeyê de ligel berpirsên hikumeta Sûriyê bicivin. Dr. Ferîd Sedûn ji Rûdawê re ragihand, ku haya Herêma Kurdistanê jî ji vê projeyê heye û wê di çend rojên bê de li Himêmîmê bi berfirehî li ser biaxivin.

Ev nûçe bi tevahî 1524 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:31:53