Li Dîlokê bûyera trafîkê: hejmareke zêde ya birîndaran heye

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê serwîsa karkeran û otomobîlekê li hev dan û di bûyerê de 9 karker birîndar bûn.

9 Çile 2023 - 02:28
9 Çile 2023 - 02:28
 0
Li Dîlokê bûyera trafîkê: hejmareke zêde ya birîndaran heye

Otomobîla serwîsa karkeran a bi şofêrtiya Abidin Alici û otomobîleke din îro Duşemê 9ê Çileya 2023an li ser rêya Dîlok-Semsûrê li hev dan.

Di bûyerê de serwîsa karkeran wergeriya û 9 karker birîndar bûn. Li gor agahiyan rewşa tenduristî ya 2 karkeran giran e.

Li ser agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristanî, tenduristî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Her 9 birîndar bi ambûlansan ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo nexweşxaneyên parêzgehê hatin veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 524 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:02:27