Li Dîlokê di nav zeviyekê de termê zarokek 6 salî hat dîtin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di nav zeviyekê de termê zarokek 6 salî ya Sûrî hat dîtin.

1 Sibat 2023 - 02:44
1 Sibat 2023 - 02:44
 0
Li Dîlokê di nav zeviyekê de termê zarokek 6 salî hat dîtin

Roja Sêşemê 31ê Çileya 2023an beşek welatiyan li taxa Serînevler ya girêdayî navçeya Şahînbey ya Dîlokê, termê zarok 6 salî dîtin.

Li gor zanyariyan welatiyan piştre hêzên ewlekariyê û tîmên tendirustî ji rewşê agahdarkirin.

Piştî pişkinînên hêzên ewlekariyê û tîmên tendirustî hat ragihandin ku ew term yê zarokeke 6 salî ya Sûrî ya bi navê Aya Necmî ye.

Termê zaroka navborî ji bo karûbarên otopsiyê bo pizîşkiya dadî hat rakirin.

Hat ragihandin derbarê bûyerê de gumanbarek hatiye destserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 659 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:11:04