Otobûsa ji Wanê diçû Samsunê wergeriya: 1 mirî û 15 birîndar

Li bajarê Tokatê yê Tirkiyê otobûsa rêwiyan ku ji Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê diçû bajarê Samsunê ji ber berfê ji rê derket û wergeriya. Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

1 Sibat 2023 - 02:42
1 Sibat 2023 - 02:42
 0
Otobûsa ji Wanê diçû Samsunê wergeriya: 1 mirî û 15 birîndar

Bûyer, îro Çarşemê 1ê Sibata 2023ê derdora demjimêr 05.30 deqe li ser rêya Tokat-Sêwazê navçeya Kiziliniş çêbû. Otobûsa bi şofêrtiya Cemalettin Ruhhan ku ji Wanê diçû Samsûnê ji ber berfê ji rê derket û wergheriya.

Di bûyerê de alîkarê şofêr Mert Balci li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 15 kesên din jî birîndar bûn. Li gor agahiyên hatine belavkirin rewşa tendirûstî ya çar kesan giran e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî, berevaniya şaristanî û AFADê bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin. Hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1020 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:46:09