Li Dîlokê qeza: 14 kes birîndar bûn

Li navçeya Bêlqisê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 14 kes birîndar bûn.

30 Çile 2025 - 07:06
30 Çile 2025 - 07:06
 0
Li Dîlokê qeza: 14 kes birîndar bûn

Li gorî agahiyan otomobîla ku T.A diajot li Xaçerêya Gilgameşê ya li ser rêya Dîlok-Riyaê bi otomobîla ku Z.K diajot re qelibî.

Di qezayê de otomobîl wergeriya.

Di encama qezayê de 14 kes birîndar bûn ku di nav wan de zarok jî hene.

Li ser agahdarkirinê,  tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên derdorê.

 

Ev nûçe bi tevahî 946 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:54:44