Li Diyarbekirê di pevçûnekê 2 bira hatin kuştin

Li Diyarbekirê di pevçûneke di navbera du koman de, 2 bira hatin kuştin.

21 Hezîran 2023 - 08:11
21 Hezîran 2023 - 08:11
 0
Li Diyarbekirê di pevçûnekê 2 bira hatin kuştin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du komên nakok de pevçûna çekdarî derket û û li gor zanyariyên destpêkê di pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Îro li navçeya Rezanê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve li Şaxa Marketa Mansur Gross di navbera du komên nakok de pevçûna çekdarî derket.

Heta niha nasnameya her du kesên kuştî nehatiye zanîn, lê tê gotin gule li serê her du kesan ketine û jiyana xwe ji dest dane.

Gelek polîs û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînên destpêkê kirine.

Herwiha ekîbên tendirustiyê bi ambulansan çûne cihê bûyerê.

Li gor zanyariyan, piştî pişkinînên destpêkê yên li cihê şer, cenazeyên du kesên ku hatine kuştin, rakirin Tiba Edlî ya Amedê.

Ev nûçe bi tevahî 505 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:50:09