Li Dêrsimê otomobîlek qulibî: Kesekê canê xwe ji dest da
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî, kesekê canê xwe ji dest da kesek birîndar bû.

Li nêzîkî gundê Faraçê, li ser rêya Mazgêrd-Depê otomobîlek ji rê derket û ji zinar ket.
Di encamê de keseke bi navê Gonul E. di otomobîlê de canê xwe ji dest da û şofêr bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê şofêrê birîndar bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Depê.
Nûvekirina herî dawî: 14:00:43