Li Duhokê bendaveke din tê temamkirin

Projeya bendava Geliyê Bendava ya navçeya Sêmêlê, weke duyemîn bendava biçûk a parêzgeha Duhokê ket warê cibicîkirinê.

6 Hezîran 2023 - 10:41
6 Hezîran 2023 - 10:41
 0
Li Duhokê bendaveke din tê temamkirin

Rêveberê Bendavên Parêzgeha Duhokê Ferhad Mihemed ragihand: “Ev proje piştî bendava Xansê ya Duhokê, bi 7 milyar dînar li ser bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê avakirin.”

Got jî: “Karkirin li bendavê ji sala 2015’an û vir ve hatibû rawestandin ku ji sedî 37’ê wê temam bûye. Niha kar li ser bendavê ji aliyê Ofîsa Endezyariya Projeyê û Rêveberiya Bendava Duhokê ve tê kirin.

Rêveberê Bendavên Parêzgeha Duhokê da zanîn jî, dema ku bendav temam bibe, dê nêzîkî şeş mîlyon metrecêcar av kom bibe.

Ev nûçe bi tevahî 422 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:37:28