Asayîşa Duhokê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir
Kêliyek berî niha li bajarê Duhokê çekdarekî êrîş avahiya binkeyeke Asayişê ya li nav bajêr kir. Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Duhokê ragihand ku êrîşa li ser avahiya binkeyeke Asayişê ya li nav bajêr \"êrîşeke terorîstî\" ye.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Duhokê ragihand ku êrîşa li ser avahiya binkeyeke Asayişê ya li nav bajêr \"êrîşeke terorîstî\" ye.
Hat ragihandin ku di êrîşê de 2 kes birîndar bûn, lê yek ji wan ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest daye. Termê kesê canê xwe ji dest daye, bo Pizîşkiya Dadê hatiye şandin.
Kesê din ê birîndar bo Nexweşxaneya Hewarhatinê ya Duhokê hatine veguhestin.
Li gor zanyariyan, kesê êrîşkar hatiye kuştin.
Hêzên ewlehiyê derdora cihê êrîşê girtine û rewş di bin kontrolê de ye.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û berdevam e.
Nûvekirina herî dawî: 15:06:30