Li Duhokê nexweşxaneyek bo nexweşiya Kolêrayê hat terxankirin

Rêveberiya tenduristiya Duhokê ragehand, nexweşxaneyek bo kesên ku bi nexweşiya Kolêrayê dikevin, hatiye terxankirin.

20 Hezîran 2022 - 06:30
20 Hezîran 2022 - 06:30
 0
Li Duhokê nexweşxaneyek bo nexweşiya Kolêrayê hat terxankirin

Rêveberiya tenduristiya Duhokê ragehand, nexweşxaneyek bo kesên ku bi nexweşiya Kolêrayê dikevin, hatiye terxankirin.

Berdevkê tenduristiya Duhokê, Hemze Rezîkî ji BasNewsê re got, li Duhokê amadekariyeka baş bo rûbirûbûna nexweşiya Kolêrayê hatiye kirin.

Hemze Rezîkî her wiha got, nexweşiya Kolêrayê hîn li Kurdistanê zêde belav nebûye lê me xwe bo her tiştekî amade kiriye.

Wî berpirsî da zanîn, li Duhokê nexweşxaneya Lalav bo wan kesên ku bi nexweşiya Kolêrayê dikevin, hatiye terxankirin.

Ev nûçe bi tevahî 1198 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:57:21