Li Efrînê 4 kes ji aliyên çekdaran ve hatin revandin

Grûpên Çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 kesên sivîl ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

2 Tebax 2022 - 10:11
2 Tebax 2022 - 10:11
 0
Li Efrînê 4 kes ji aliyên çekdaran ve hatin revandin

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê “Polîsa Leşkerî” duhî 1ê Tebaxê 4 kes li bajarê Cindirêsê revandin ku di nava wan de jinek heye.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Nûrî Mihemed Elî Îso, Îmad Mihmed Hemo, Mehmûd Seîd Casim Hemed û Îlham Mihemed Hesen.

Li gor çalakvanên Efrînê, Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Her wiha çalakvan dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Ev nûçe bi tevahî 855 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:14:30