Tevgera Sedir ji alîgirên xwe daxwaz dike avahiya parlamentoyê vala bikin

Demek ji bo xwepêşanderan hat diyarkirin.

2 Tebax 2022 - 11:01
2 Tebax 2022 - 11:01
 0
Tevgera Sedir ji alîgirên xwe daxwaz dike avahiya parlamentoyê vala bikin

Tevgera Sedir ji alîgirên xwe xwest ku avahiya Parlamentoya Iraqê vala bikin û li derdora parlamentoyê xwepêşandana xwe bidomînin.

Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de ku bi navê wezîrê Sedir ve hatiye belavkirin, diyar kir, di nava 72 demjimêran de avahiya parlamentoyê vala bikin û li derdora parlamentoyê xwepêşandana xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Eger cihekî din ji bo greva we hebe, em ê piştre rênimayan bidin, tevî vê yekê berdewamiya we ya di grevê de gelek girîng e ji bo bidestxistina daxwazên we, ku hûn dê piştre bigihîjin, loma divê mayîna we ya li wê derê bi dorê be û di hinek demên diyarkirî de jî piraniya we li wir bin.”

Tevgera Sedir diyar jî kiriye: “Ji bo nimêja bi komî ya înê, di dawiya hefteyê de ligel Bexda û Kut û Kerbela û Necefê li qada boneyan dibe, em ê lijneyek ji xwepêşanderan dirust bikin, da ku xwepêşandanê rêk bixe û birêve bibe.”

Ev nûçe bi tevahî 786 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:51:57