Li Efrînê malê Kurdan dikin xenîmet!
Opozîsyona Sûriyê li Efrînê malên Kurdan ji xwe re wekî xenîmet qebûl dikin û hemî mal û milkên Kurdan talan dikin.

Li Efrînê çekdarên bi navê Opozîsyona Sûriyê, talîmateke nivîskî dane cihên qontrolan ku malên Kurdan wekî xenîmet were qebûlkirin û barkirin. Di talîmata nivîskî de mohra Ewlehiya Racoyê û îmza Rêvebirê wê Ebû Edey hebû.
Li gorî Îslamê xenîmet, ew mal e ku di şêrr de ji kafiran tê standin.
Tirkiye û Opozîsyona Sûriyê di 18ê Adarê de ketine nava bajarê Efrînê de û ji wê roja heta niha li dijî Kurdan yaxme û talan li Efrînê dewam dikin.
Nûvekirina herî dawî: 21:33:37