Li Efrînê teqînekê rû da û birîndar hene

Li Efrînê otombîlek tar teqandin û li gor zanyariyên destpêkê, birîndar hene.

20 Hezîran 2019 - 06:06
20 Hezîran 2019 - 06:06
 0
Li Efrînê teqînekê rû da û birîndar hene

Îro danê sibê tombîlek li nava Efrînê li nêzîkî folka Maratê teqiya û çekdarek bi giranî birîndar bûye û ziyanên madî gihîştine xaniyên derdora cihê teqînê.

Da zanîn jî, xwediyê otombîlê çekdarekî grûpa Ehrar El Şerqiyê ye û li heman taxê rûniştiye û ew bixwe bi giranî birîndar bûye.

Wê jêderî amaje bi wê yekê kir, ev bû çend teqînên wiha li Efrînê rû didin û otombîl tên teqandin, ew jî vedigere nakokiyên di navbera grûpên çekdar bixwe de, ku her grûpek otombîlên grûpa din diteqîne û gelek caran xelkê sivîl dibin qurbaniyên van teqînan.

Ev nûçe bi tevahî 1012 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:25:58