Li Êlihê qeza: Mirî û birîndar hene

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di qezayekê de kesek mir û 4 kes birîndar bûn.

17 Îlon 2024 - 07:29
17 Îlon 2024 - 07:29
 0
Li Êlihê qeza: Mirî û birîndar hene
AA

Li gorî agahiyan, otomobîla bi plakaya 33 AGA 272 û otomobîleke din a ku hîn navê ajokarê wê û plakayê diyar nebûne li ser rêya derdorê ya “Guney”ê li hev xist.

Her du otomobîl pekiyan kêleka rê.

Tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiye çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê 5 kesên birîndarbûyî birin nexweşxaneyên li bajêr.

Birîndarê bi navê Muhammed Furkan Ergu (25) li nexweşxaneyê mir.

Tedawiya birîndarên din berdewam dike.

Li rêya ku demekê girtî ma çûn û hatinê ducare dest pê kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 564 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:43:54