Li Êlihê şer û qedexe!

Li navçeya Heskîfê ya Êliha Bakurê Kurdistanê qedexe hat ragihandin û li Çiyayê Mava şer heye.

20 Hezîran 2024 - 07:10
20 Hezîran 2024 - 07:10
 0
Li Êlihê şer û qedexe!

Li gundê Xirbekûrê yê li Çiyayê Mava doh operasyoneke leşkerî dest pê kiribû.

Parêzgariya Êlihê îro biryar da ku çûn û hatina li Çiyayê Mava were qedexekirin.

Li gorî biryarê, qedexeyê îro dest pê kiriye û dê heta 3yê Tîrmehê berdewam bike.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî li Mavayê şer û pevçûn qewimîne û ketin û derketina ji gundê Xirbekûrê hatiye qedexekirin.

Hat ragihandin ku şebekeyên telefonan û înterneta jî gund hatiye birîn.

Herwiha li herêmê tevgerek zêde ya helîkoptêran heye.

 

Ev nûçe bi tevahî 661 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:45:03