Li Erdexanê berf bariya

Bi daketina pileya germê re li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê berf bariya.

8 Mijdar 2023 - 04:50
8 Mijdar 2023 - 04:50
 0
Li Erdexanê berf bariya

Li Erdexanê doh berf bariya û li cihên bilind erd spî bû.

Herwiha rêya sereke ya Erdexan û Ardanuçê hat girtin ku Erdexanê bi Herêma Deryaya Reş ve girê dide.

Otomobîl li ser wê rêyê di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.

Li çend navçeyên Erdexanê jî rêyan qeşa girt û dem bi dem mij çêbû. Mija zêde jî bandorek neyînî li trafîkê kir.

Li gor Keşnasiya Tirkiyeyê êvara Sêşemê li parêzgeha Erdexanê germa di navbera 0-9 pileyên silîzî de ye.

Herwiha tê çaverêkirin roja Çarşemê jî germa di navbera bin sifrê 4 heta 11 pileyan de be.

Ev nûçe bi tevahî 886 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:32:43