Li Erdexanê şer: 12 birîndar

Li navçeya Mêrdînikê ser bi parêzgeha Erdexanê, di şerê du malbatan de 12 kes birîndar bûn.

14 Tîrmeh 2022 - 03:21
14 Tîrmeh 2022 - 03:21
 0
Li Erdexanê şer: 12 birîndar

Li zozana gundê Qelecixê yê Mêrdînikê, du malbatên ku pêştir pirsgirêkên wan hebûn bi daran şerê hev kirin.

Di encama bûyerê de ji her du aliyan 12 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînikê û Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê hatin veguhestin. Herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin

Ev nûçe bi tevahî 868 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:06:51