Elektrîk dê 15 rojan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê were qutkirin

Nivîsîngeha Enerjiyê ya herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand, ji êvara 13ê Tîrmeha 2022an heta 15 rojan, bi sedema çaksaziyê di kargeha gazê ya Siwêdiyê ya li navçeya Rimêlanê dê elektrîk li ser hemû bajarên Cizîrê qut bibe.

14 Tîrmeh 2022 - 03:24
14 Tîrmeh 2022 - 03:24
 0
Elektrîk dê 15 rojan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê were qutkirin

Roja 13ê Tîrmeha 2022an, Nivîsîngeha Enerjiyê ya herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand, ji êvara 13ê Tîrmeha 2022an heta 15 rojan, bi sedema çaksaziyê di kargeha gazê ya Siwêdiyê ya li navçeya Rimêlanê dê elektrîk li ser hemû bajarên Cizîrê qut bibe.

Kargeha Siwêdiyê ya gazê, bi rêya hêlên 230 kîlo volt elektrîkê dide piraniya bajarên Cizîr a Rojavayê Kurdistanê, ev kargeh ji 5 torbînan pêk tê ku her torbînek 30 mega wat di demjimêrekê de berhem tîne.

Ev nûçe bi tevahî 810 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:33:18