Li Erziromê guran kesek perçe perçe kir

Li gundê Çikilganê yê navçeya Gogsiyê ya Erziromê, kesekî ku dixwest ajelên xwe biçêrîne rastî êrişa guran hat û canê xwe ji dest da.

13 Sibat 2024 - 12:42
13 Sibat 2024 - 12:42
 0
Li Erziromê guran kesek perçe perçe kir

Li gorî ragihandina çavkaniyan bûyer 4 roj berê qewimî.

Li gorî agahiyan, Murat Aslanê 36 salî dema diçû ajelên xwe biçêrîne 60 metreyî dûrî mala xwe rastî êrişa guran hat.

Li gundekî din ê cîranê gundê Çikilganê, gundiyan cesedê kesekî ku perçe perçe bûbû û piraniya wî ji aliyê guran ve hatibû xwarin dît.

Hat zanîn ku ew cesedê Murat Aslan e û ji aliyê guran ve hatiye perçekirin û miriye.

Gundî ketine pey şopa guran û 8 gur kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 756 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:30:21