Li Erziromê 9 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Li navçya Xinisê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta “alîkariya madî ya PKKyê” 9 kes hatin desteserkirin.

15 Tebax 2024 - 07:10
15 Tebax 2024 - 07:10
 0
Li Erziromê 9 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Li navçya Xinisê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta “alîkariya madî ya PKKyê” 9  kes hatin desteserkirin.

Hevserokê rêxistina DBPyê ya heman navçeyê Hasan Dogan jî di nav de ye.

Li navçeya Xinisê ya Erziromê polîsan bi ser hinek navnîşan de girt û di encam de Hevserokê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya heman navçeya Hasan û Dogan û 9 kesên din bi hinceta ku alîkariya madî daye PKKyê  hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê her 10 kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Erziromê,

Piştî îfadeyê 6 kes hatine berdan lê pêvajoya desteserbûna 3 kesên bi navê Dîlek û Turan Oruç û Yahya Încekan berdewam dike.

Herwiha di çarçoveya dosyeyê de îfadeya Yilmaz Gulçîçek jî hatiye girtin ku niha di girtîgehê de ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 979 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:25:37