Li Geverê 2 leşker birîndar bûn

– Li devera Oremarê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, wesayîteke leşkerî ya Tirkiyeyê wergeriya û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.

22 Gulan 2024 - 07:03
22 Gulan 2024 - 07:03
 0
Li Geverê 2 leşker birîndar bûn

Li gorî agahiyan, qeza duh derdora seat 17:30î li nêzîkî gundê Wezîravayê yê 5 kîlometreyan dûrî navçeya Geverê çêbû.

Li gorî nûçeya Yuksekova Halkin Sesiyê, 2 leşkerên ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê leşkerên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1324 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:51:07