Bavekî kurê xwe yê 15 salî bi îşkenceyê kuşt
Li nahyeya Amirlî ya ser bi qezaya Xurmatuyê, bavekî bi kablo û boksan li kurê xwe yê 15 salî xistiye, ew îşkence kiriye û kuştiye.

Rêveberê Polîsê Xurmatuyê, Hisên Elî roja Çarşemê 4ê Çileya 2023an ji Rûdawê re ragihand, “Duh êvarê li navçeya Amirliyê bavekî kurê xwe yê 15 salî îşkence kiriye, bi kablo û boksan li wî xistiye û di encamê de canê wî kurî xwe ji dest daye.”
Rêveberê Polîsê Xurmatuyê diyar kir, “di navbera bav û dayika wî zarokî de pirsgirêk hebûne, dema ku bav kurê xwe îşkence kiriye, dayik li malê nebûye.”
Navê wî zarokê ku di bin îşkenceya bavê xwe de canê xwe ji dest daye, Secad Zeynulabidîn e.
Rêveberê Polîsê Xurmatuyê, Hisên Elî dibêje, “Bavê wî zarokî bi madeyên narkotîk û alkolê ve girêdayî bûye.”
Hisên Elî herwiha da xuyakirin, bi biryara dadger bav bi tohmeta kuştina kurê xwe hatiye desteserkirin.
Xurmatû navçeyeke Kurdistanî ya li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye ku niha di kontrola hikûmeta Iraqê de ye.
Nûvekirina herî dawî: 13:56:19